Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

01 Xêrhatin

Gelên hêja û delal,
Nûhatiyên hêja,

Em bi dil xêrhatina we dikin li Hansestadt û Devera Lüneburgê!

Bi hatina we ser axa me, gelek guhartin li benda we ne. Heke ev hukûmet be, rewşa xanî, dibistan an pêdiviyên ragihandinê li ser tiştên din be – em dixwazin hun ji bo jiyanek nû amade bikin û alîkarî û piştgîriya we bikin li gavên yêkê de. Berpirsên nivîsgeha perwerdehî û yekxistinê li Lüneburg lêkolîn kirine û ev agehiyên ku pêdivine ji bo penberan, berhevkirine. Ev rêbername ku niha mêze dikin, agehiyên pêdiviyên destpêk li ser rewş û hewceyên her roj dide we û alîkariyê we dide ku hêsatir li Almaniya û bi taybetî di devera me de bên rastandin.

Li rêbername de gelek agehiyên qenc û kêrhatî li ser bi hev re bûn û saziyên vêrê hene. Bi serde, ji bo piştgirî kirina we, em agehî li ser navendên têkiliyê didin we, eger ku ev pêdivî be. Her wisa, em ji we re dixwazin ku berê xwe dene rêbername û her tişt bixwînin ji bo bi hev re bûneka tijî li aşîtî û hurmet ji hemî gelê me re – girîng nine kîjan nijad -  çê bibe.

Hinek giringî ji miletê me re bi biha û bi qîmetin ku azadiyê mirov, ewlehî û şansê jiyaneka serkeftî bi van re tê avakirin.

Navenda şîretê, damezrandin, sazî û birêvebirdinin me li bajarê Hansestadt û devera Lüneburgê, her wisa cîranin me hatin lidarxistin ku her kes pêdivêtin rûmet ji wan biha û qîmetan bigrin.

Em hêviya jiyaneka xweş û destpêkeka qenc ji we re dixwazin li devera Lüneburg û bajar û bajarokê vê deverê de!

Bi dillê sax

 

Manfred Nahrstedt
Gerînenda Deverê
Devera Lüneburg

 

Ulrich Mädge
Bajêrvan
Hansestadt Lüneburg