Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

02 Rêbernama Lüneburgê ji bo Koçer û Penaberan

Ev rêbernameya penaberan ji bo hêsankirina rastandina penaberan li devera  Lüneburg û bajarê Hansestadt de ye. Ev amûjkarî û rêberiya we dide li heyvên destpêk de di jîyanê her roj û li saziyên hukûmetî de.

Li hemî Almaniya û her wisa li devera  Lüneburgê jî, hinek qîmet û biha ji miletê me re giringin – girîng nine kîjan nijad - ku bi hev re bûneka tijî li aşîtî û hurmet didin avakirin. Li vê derê hun dikarin berê xwe dene pênc tiştên girîng û bi biha:

  • Heke kal an genc, mêr an jin, jar an dewlemend - hemû li ber qanûan wekhev in. Ji ber wê yêkê, gelek yasa û qanûn li Almaniya hene ku ji bo hemû mirov re wekhevin û tên çespandinê.
  • Jin û mêr mafê wekhev hene û divê derfên civakiyên wekhev ji bo tevlîbûnê hebe. Ev yasa ji bo keç û xort jî tê çespandin, dema ku ev cihêl û sîpe ne. Ev yek tê wê wateyê ku qedexeye ku mirov ji ber cinsiyet an ji ber hewceyên cinsî bên sizadan, veqetandinê civakî an jî dor kirinê.
     
  • Ji bo helweşandinê pêvçûnê, berpirsîtî, bawerî, întîzam û rindî li hêlên taybet û her wisa digel karkerên birêverber û navendên şîretê,  di dibistanê an cîhên karkirinê de pir giringe. Ev yek tê wê wateyê ku mirov pêdivêtin lihevhatin û peymanan  hevdû bike û zu bide ragihandinê ku wekî mînak li hevdîtinekî de nikare hazir be.
     
  • Li Almaniya, demokrasî serwere loma azadiya peyvîn û biryara piraniyê tê rûmet girtinê. Her wisa eger nêrîn cuda bin, berpirsîtî heye ku nêrînin cuda bên rûmet girtinê. Li gor yasa, xepandina ramanên xwe bi zor û bi gef li ser mirovên din qedexe û neqanûniye.
     
  • Ev destûr tê çespandin bi taybet dora mafê azadiya olê û mafê her kese ku bi rêya olê xwe bijî.  Lê azadiya olê bi wateyê xepandina ol û ayîna xwe ser mirovên din nine, lê her kes olê xwe ji xwe re ye. Bi vî rengî, em ji hemû mirovên xwe heke xirîstiyanî, îslam, Îzedî û cihû ku bi hev re dijîn dixwazîn ku musameha, rûmet û pejirandin ji hev re hebe.

Pejirandin û rûmetgirtin ji wan qanûnên bi qîmet, pêdivîyên hewceyî ji bo yêkkirinê li nav civatên Almaniya û bi taybet li devera Lüneburgê de ye.  Navenda şîretê, damezrandin, sazî û birêvebirinin me li bajarê Hansestadt û devera Lüneburgê, her wisa cîranin me hatin lidarxistin ku her kes pêdivêtin rûmet ji wan biha û qîmetan bigrin.

Li ser rûpela înternetê devera Lüneburgê hun dikarin agehiyên pêdivî li ser vê lînkê mêze bikin:

Agehiyên giştî ji koçer û penaberan re: www.landkreis-lueneburg.de/wegweiser

li vê derê rêbername ji penaberan re bi van zimanan re tê nîşandanê:
Almanî, Înglîzî, Ferensî, Erebî, Farsî, Tirkî, Kurdî, Rûsî.

Hişyarî li ser mijarên girîng bi zimanên din û bi pelê dengê jî hene:  www.landkreis-lueneburg.de/warnhinweis

Her wisa li ser rûpela înternetê bajarê Hansestadt Lüneburg hun dikarin agehî li ser mijara koçer û penaberan re bixwînin: www.hansestadtlueneburg.de/asyl