Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Pîşe û Kar

Li gor pêdivîyên hewceyî momkine ku hun bikarin telîma kar, telîm ji bo hewceyên karî bikin an karek peyda bikin, an ji bo telîmek xwe qeyd bikin. Ji kerema xwe, eger hun pirsek heye bi şîretvanek re bipeyvin ku dikare alîkariya we bike û agehiyên giring ji bo we bistîne û kesên dinê jêhatî we re bide naskirin. Ji bo vê yekê pedivîye ku piştî hatina sê heyvan, xwe bi Fermanberiya kar bidin nasandin mîna kesek ku dixwaze bişuxle.

Herwisa pêdivîye ku ji aliyê Fermanberiya Biyaniayn û carna bi ajansê kar jî bê ragihandin heke hun dikarin telîma kar, pîşe an karek hebe.  Eger hun ev tişt neken, xwe û kardar jî tawanbar dikin. Ev jî ne başe ji bo pêşerojê. Bi têkilîya Fermanberiyan divê bê daxuyandin ku hun di rewşeka baş û ewle de kar dikin û pere yên baş jî didin we. Ji bo lênêrîn û mêzekirinê karek, destûra hêlan pêdivî nine.

Eger li Almaniya kar bikin, pir profesionale ku li ser karê xwe domdar bin.  Agehiyên nû li ser qanûnê kar dikarin li ser rûpela rêjeya penaberan li Niedersächsischen de mêze bikin: http://lklg.eu/ausbildungfluechtlingsrat

Eger hun niha hatin qebûlkirin li Almaniya, ji bo wan pirsan bikevin têkilîyê digel şîretkirin ji bo koçeran ya (AWO) xizmetin civakiyên pêdivî û Diakonie li Lüneburg, an jî bi ajansê Kar li Lüneburg têkilî çêkin. Qanûn û yasa her tim tên guhertinê, ji ber vê yekê pir giringe ku hun berî şîretkirin bistînin.

Herwisa hun şans heye ku serbixwe bixebitin. Karek serbixwe ewe ku xêr ji civatê re hebe û bi pereyê kêm di seet de ye.  Hun dikarin xwe re pîşeyek hebe û serbixwe bixebitin. Ev kar ji aliyê bajar û civatê bajarê tê damezrandin.  Hun li seet de 1,05 Euro pere distînin. Bernameya kar ne girêdayî ye bi jêhatiyek taybet, pesendkirina belgeyên pisporî hewce nine an daxuyandina ev ku li kîjan kar hun pisporin. Herwisa ji bo vê yekê destûra Fermanberiya kar ne hewceye. Hun serbixwe dixebitin. Eger 1,05 Euro li seet de pir kêm be, le ev jî sûdê xwe hene: hun zu zimanê ALmanî hîn dibin, têkilî bi kesên hêja re çê dikin û Almaniya jî bêtir nas dikin.

Di derbara ev ku çi şanseka karî heye, şîretvanê we piştî qebul kirina Fermanberiya Rêzkirinê ya civatê û Fermanberiya Civakiya deverê we re  didin ragihandin. Eger ew kar bi vekolîna selametî an fermanan re girêdayî be, hun tên ragihandin.

Nîşe ya giring: ne momkine ku hun bi tenê karek hilbijêrin an bi alîkariya alîkarên dilxwaz re karek qebul bikin. Karkerên berpirsyarê Fermanberiya Civakiya deverê berpirsyarin ku karek ji bo we peyda bikin. Hemî mirovên ku li ALmananiya alîkariyên Civakî distînin, li gor yasa dikarin karên serbixwe bi mûçeyên kêm çê bikin. Kî berpirsyare û kîjan kar tê hilbijartin, ev ji aliyê Fermanberiya Civakiya Deverê an bajarê Hansestadt re tê biryardan.  Kesên ku berê xwe naden daxwazname û karê hilbijartî qebûl nakin, li alîkariya Civakiya ew tê kêmkirin.