Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Ofîs û Fermandariyên girîng li rexa gehiştinê û qeydkirina runiştgehê nû

Eger hun mîna penaber û koçerî bi rêya lênihêrîna ofîsekê hukûmeê hatine devera Lüneburgê, bi vê rengî civata me ji bo gehiştina we xwe amade kirye. 

Hema ku civatê me ji aliyê sazîyên-qebûlkir hat ragihandinê di derbara gehiştina we, Ordnungsamt (Fermanberiya Rêzkirinê) xanêyek an odeyek ji we re amade dike.  Ev xanî rayex, kelûpel û şimekê malê heye. Hinek ji wan kelûpelan nû ne û hinek jî ji aliyê mirovên din hatin bexşandin. Her wisa, civata me, Ausländerbehörde (Fermanberiya Bîyanîyan) û  Sozialamt (Fermanberiya Civakî) dora gehiştina we dan agahdar kirin. Ji vê derê ev kaxez û formên pêdivî ji we re hatin hazirkirin.

Li her civatekî, çavdêreka xwecihî/deverî heye. Ev Çavdêr jin an mêre ku alîkariya we dike û heta ku doxa/statûsa Naskirî didin we. Zêdetir li ser kesên-Têkilîyan li liqa/beşa 4ê hene. Berpirsyarîya Fermanberîya Lêniherînaye (Landesaufnahmebehörde) ku çûna we ji bo malê we lidarbixe.