Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Fermanberiya Biyanîyan

Hemî koçeran, divê xwe li Fermanberiya Biyanîyan (Ausländerbehörde) bidin nasandin, dox an sebeba koçerbûn ne girînge. Ev destûr ji bo hemî biyanîyên Almaniya ye. Şîretvana we demek ji bo hevdîtinê ji bo we û malbata we diyar dike. Eger pêwîst be, şîretvan wer e dibêje heke alîkareke dilxwaz digel we tê an kî ji bo we terciman dike. Eger alîkarekê dilxwaz nebe, hun divê bi tenê li ev hevdîtin de hazir bin.

Eger hun niha jî nasname/ewraq digel îqame tune, divê dû wêne/sûret a digîtalê xwe û endamên malbatê xwe bidin çê kirin û digel xwe bînin bo hevdîtinê. Ji bo zarokên biçûk û bebikan jî divê wêne bidin çê kirin. Ev wêne ji bo nasnama we tê bikar anîn li Fermanberiya Biyanîyan (Ausländerbehörde).  Eger wêneyên xwe li cem fotograf nakişînin, dikarin li makîna wêne çêkirinê, wêneya xwe bikşînin. Makîna wêne çêkirinê li derî piştîyê dikanê Karstadt nêzîyê bazar li Rathausplatzes an li  îstqeha trênan (Bahnhof) li rexê çepê derê serekîne. 

Fermanberiya Biyanîyan (Ausländerbehörden) ji bo ev berpirsyarîyên jêrî li gor yasa berpirsyarin. 

 

Ji bo qeydkirin li  Fermanberiya Biyanîyan ew kaxezên/belgeyên jêrî pêdivîne:

  • BüMA an Îqame (Aufenthaltsgestattung) ya resen
  • 2 wêne/sûret, eger niha jî îqame tune
  • Nasname/Şifre (paseport, nasname û belgeyên din li ser cîha dayikbûne an doxa malbatî/zewicî/nezewicî), eger malbat hene, ewraqê hemî endamên malbatê
  • Ji ber ku qeydkirina we temam be, divê hemî zarokên biçûk û bebikan li birêveberiya civatê / şarevanî de ji bo qeydkirinê hazir bin. Li hevdîtina Fermanberiya Biyanîyan re jî vê tişt pêdivîye.

Her wisa eger hun dersek kirdarî, xwendin, hevji an xebitînek rakirîye, berî her tişt divê li Fermanberiya Biyanîyan destûra pesendkirî bistînin. Lê berî her tişt bi şîretvanê xwe re dora wî behsê bipeyvin. Ev wer e dibêje ku hun herin kîjan rêveberiyê. Pêdivîye ku li Fermanberiya Biyanîyan bê daxuyandin heke hun re destûra pesendkirî ji bo xebitîn, hevjî, xwendin an dersek kirdarî tê dayîn.

 

Fermanberiya Biyanîyan ya Hansestadt û Devera Lüneburg

Bardowicker Straße 23

21335 Lüneburg

 

Serîlêdana Fermanberiya Biyanîyan tenê bi rêya diyarkirina demekî taybet momkine.
bi rêya hejmara telefonê 04131/ 309-3252 dikarin ji wan demên jêrî demek diyar bikin:

Sêşem: Demjimêr 09:30 heta 11:30
Çarşem: Demjimêr 11:00 heta 12:00
Pêncşem: Demjimêr 13:00 heta 15:00

An jî daxwaziya demek diyarkirî bişînin:

 

termin-abh@stadt.lueneburg.de