Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Şîretvanê Xwecihî ya we li Civatê de

Şîretvanê xwecihî ya we karkerkî civakî ye, jin an mêre, û kesê yêkê ye li civatê devera we de ji bo pirsên koçer û penaberan. Eger hun li navendeka civakî li nav bajar de dimînin, şîretvanê berpirsa xwe li nav navendê de dibînin. Bi taybet dorî têkilîya bi fermanberiya îqame û qebûlkirinê (LAB) an bi Fermanberiya Postê dikarin bi ev re têkilî çêkin. Ew alîkariya we dike ku nivîsandina nav name fêm bikin û dîroka talî neyên ji bîr kirin. Bersivdana nameyên girîng li dema xwe de, berpirsyariya we ye. Ji ber vê yekê pir girînge ku hemî name yên xwe vekin û bidin kesekî ji wer e bixwîne. Eger ev tişt çê nebe, xetera ev heye ku hinek tiştên girîng demê wan biqediye. Ev jî dikare tiiişşştekî ne baş be ji bo we.

 

 

Şîretvana we li navenda we, we re hatiye nasandinê. Ew, ev kese ku ji bo hemî pirsên we di nav navend de berpirsyare. Ew alîkariya we dike li nav civatê de bên rastandinê û li ser hemî pirs û xwastinên we, vegotinê xwe dibêje. Her wisa demê xebitandinê xwe dida zanînê û çwan dikarin bi ew re bikevin têkilîyê. Şîretvanê we ji alîyê alîkarên dilxwaz re tê alîkarî kirin ku ew jî alîkariya we dikin di nav civatê de biçin cîhekî an bi we re tên. Di nav alîkarên dilxwaz re, penaber jî hene ku zimanê Almanî dizanin û welat û bajar jî nas dikin û dikarin tercimeçîyê we bin. Dorî pirsên pir taybet, şîretvanê we, kesên dinê jêhatî li sazîyên din re dîne da ku bêtir alîkariya we bike. Ji ber vê yekê, pir hewceye ku hun desthelatiya rewa ji bo agehîyên kesîyên xwe çê bikin da ku agehîyên ku ji wer e girîngin, bên standinê an ji we bên şandin.

 

Li hefteyên destpêk de, gelek hevdîtin digel şîretvanê we tên çîbûn û eger hewce be, terciman jî vê derê dibe. Hun bi hev re, rûpelek li ser jiyana we  û kertekî tijî dikin ku li nav de jîhatî û kanîna we tê tomarkirin. Ev agehî alîkariya şîretvanê we dide, li gor pêdivî û jêhatiyê we tiştên durist ji we re bide nîşan kirin: li kî derê biçin dersa zimanê Almanî yê? Li kî derê karek bigrin? Kîjan dibistan ji zarokên wer e başe? Pêşkeşîyên nav civatê çi ne li dema betlanê? Li kî derê dikarin nimêj bikin? Hemî pirsên xwe li wan hevdîtinan de bînin ziman da ku destpêkeka xweş li xanîya nûya xwe hebe.

 

Nîşe ya girîng: Şîretvanê we nikare pirsên yasayî/qanûnî dorî proseya penaberiyê bersiv bide.  Fermanberiya Federal ji bo penaberî û koçberî yê dikare li ser vê tiştê agehî bida we. Binêre beşa şîret kirina yasayî di dawîya vê beşê