Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Navenda Kar

Ji bo pêşkeşkirina daxwazname ya kar, ev belge û kaxezên jêrî pêdivîne:

  • Belgeya îqame û dirêjatîya dema karkirin (Fermanberiya Biyanîyan)
  • Belgeya qeydkirin (Fermanberiya Tomar)
  • Hejmara Bankê (Bank/ Post/ Sparkasse)
  • Belgeya hejmara bankê ya sê heyvin berî, eger ku hejmara bankî hene
  • Şaneka alîkariyên diravî            (Fermanberiya Civakî/ Fermanberiya Rêzkirinê, eger li vê deverê dimînin)
  • Qebala Kirêkirin                       (Serwerê malê an Civat, eger civat serwerê malêye)
  • Pêçeka kar                  (Navenda kar)

 

Tê pêşniyarkirin, daxwaziya xwe zu li rojeka Sêşem, Çarşem an Pêncşem li demjimêra 7:45 bidin pêşkeşkirin, da ku zor nesekinin.  

Li Navenda Kar, berî her tişt daneyên/datayên şexsî û karî ya we tên tomarkirin. Li vê derê formek ji bo daxwaziya alîkariyê didin we. Karkerek danûstandinek bi we re dike.

Eger daxwaznama web ê qebûlkirin, ji alîyê Navenda kar alîkarî ji bo kirê û jiyanê didin pêşkeşkirin. Bi vê awayî, hun bikarhênereka Navenda Karê ne. Karkereka kar-girtinê alîkariya we dike kar an sefa telîmê ji bo we bigre. 

Ji ber ku li Almaniya bikarin kar bikin an sefa telîmê bigrin, belgename û destûrnameya welatê we pir girîngin. Ev belgename hun divê wegerînin ser zimanê Almanî û bên pesendkirinê. Ji alîyl Navenda Kar hun tên ragihandin ku çawan û li kî derê, belgenameyên we dikarin bên wegerandin û pesendkirin. Eger hun bikarhênereka Navenda Karê ne, ev berpirsyarî qebûl dike. Bi alîkarê kar-girtinê re bipeyvin heke ev belgenameyên welatê we têriya we dikin kar li Almaniya bigrin an pêdivîye ku belgenameyên din li Almaniya bistînin. Pir giringe ku li wan belgeyên pesendkirî çend wekokan çî bikin û bidin pesendkirin û wekokên pesendkirî ji bînin Nawenda Karê.

Li dema pêûkeşkirina sepanê li Navenda kar, peymaneka yêkkirinê ji bo sefa yêkkirinê li damezrandineka perwerdehî (Dibistan ji bo mezinan) tê pêşkeşkirin. Damezrandina perwerdehî re daxwaznameyek bidin pêşkeşkirin da ku biha yên dibistan û hatin û çûnê qebûl bikin.

Eger hun zimanê Almanî baş hîn bibin (bikêmasî B1) alîkarê kar-girtin alîkariya we dide bi girtina kar, sefa telîmê an domdarkirinê xwandinê. Eger hun her tim nexweş bin û qet nikarin zêdetir li sê seetan di roj de kar bikin, Navenda Kar ji bo berpirsyar nine. Bi vê rengî, daxwaznama alîkariya civakî bi Fermanberiya Civakî re bişînin.

Li ser rûpela Navenda Karê bajarê Lüneburg agehîyên hewceyî hene ji bo penaberan, her wisa demên vekirî:

http://lklg.eu/jobcenter

Navenda Kar ya Landkreis Lüneburg

Volgershall 1

21339 Lüneburg

Telefon: 04131 / 6037 – 0

www.jobcenter-lueneburg.de