Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Xanî-Lêgerîn

Ragihandin/Rêklam li ser Xanî-lêgerîn li rojnama roja Şemî li Lüneburger Heide (LZ) de û her wisa li Lünepost ê de li rojên Çarşem û Şemî de. Lünepost bêpereye, lê LZ dikarin li Kîosk, benzînxane û li dikanê bistînin. LZ herwisa li kitêbxanan de jî ji bo vexwandinê heye. LZ li avahîya rojname de ji hemî kesan re ji bo vexwandinê heye.  Avahîya rojname li rexa îstgeha navendiya otobîs „Am Sande“  de ye li navenda bajarê Lüneburg. Her wisa ragihandina xanî-lêgerîn li dikanan, li dikanên mezinin bazarê an jî li ser dîwarê agehîyên zanîngeh jî hene ku ji alîyê kesên ku dixwazin xanî ya xwe, odeyek kirê bidin an bifrotin, hatine daliqandin. Xanîyên ku li dever û li civatên derveya bajaraê dane, bihayê wan pir kêmtire ji wank u li nav bajar dane. Eger hun niha jî alîkariya Civakî distînin, agehî li ser alîkariyên civakî li Fermanberiya Civakî bistînin berî ku peymanname ya xanî îmze bikin. Hinek sinor hene li gor mezinî û bihayê xanî ji kesên ku alîkariya civakî distînin.

 

 

 

Alîkarî û agehîyên zêdetir dikarin li ser rûpela Housing Lüneburg e.V. de bibînin www.housing-lueneburg.de.