Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Cîran/Derûdor

Gava ku mirovên cor bi cor bi ferhenga cor bi cor bi hev re dijîn, carna pêvçûn bi cîranan re an jî li roj de çê dibe. Eger hun nikarin ev pêvçûn di navber xwe digel cîranê xwe de çê bikin, eger niha jî li navenda civatî dimînin, bi şîretvanê xwecihî re bipeyvin. Eger pêvçûn pir giran be, şîretvan têkilî bi Fermanberiya rêzkirin (Ordnungsamt) re çê dike, (eger pirsgirêk li ser runîştgeh be), polîs an karkerên civakîya penaberan ya devera tên gazî kirin, da ku ev bikarin agehî bistînin û li ser vê pêvçûnê biryar bê standin.   

Nîşe ya girîng: li Almaniya demên îstrahet hene ku ji bo cihê runîştinê we jî tên hesibandin. Ji wan re hemî rojên Yêkşem û rojên betlanê, îstrahetê piştî nîvro li seet 13:00 heta 15:00 û bêdengî yên şev li seet 22:00 heta 7:00ê. Li wan seetan de qedexeye ku mûzîkê bilind bên guhdarî kirin, birîna çîmen, an bi mekîne karkirin. Eger demên bêdengîyê neyên rûmet girtinê, ev dikare sebeba pêvçûnê di navbera cîranan de be. Carna jî polîs tê gazîkirin. Eger zêdegavî bê kirin, pere jî tê hestandin.