Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Bikaranîna Çavkanîyan: Cuda kirinin zibilê/gilêşê, Av, Germahî û Baguhorîn, Kareba

Li Almaniya rê û kolanên paqij û rêkûpêkî ya giştî pir girînge. Eger li ser rêya we qutî zibilê tune be, hun divê zibil heta mal xwedî ken û piştr bavêtin nav qutî zibilê. Gilêş li ALmaniya li ser rêyê nayê danîn lê davêtin nav qutî mezinin gilêşê de. Ji bo her xanî çend qutî gilêşê hene ji bo gilêşên cor bi cor. An jî firaxên mezinin gilêş hene ji ber derê xanîyan. Ev firaxên mezin ji alîye xizmeta paqijkirina bajarê birêkûpêkî tên avêtin/xalîkirin. Cîranê we bi we re dibêje ku kengî firax tên xalîkirin an jî dikarin li ser salname ya bajarê de mêze bikin. Salname ya bajar û agehûyên din jî li ser vê lînkê dikarin bibînin www.gfa-lueneburg.de/.

 

 

Cuda kirina gilêş jî pir girînge. Berî her tişt sebeba ekolojî heye, piştre gilêûşên cuda kirî çavkanîyeka pir girînge ji ber ku dîsa tê bikar anîn. Gilêş tenê li nav mal û xanîyan nayê cudakirin, lê li avahîyên giştî jî, li cihên kar û li dibistan jî. Hejmara gilêşê pir zêdeye ku mirov nikare bihesebîne. Ji kerema xwe eger hun pirsek heye an alîkarî dixwazin, li cîranê xwe an li şîretvanê xwe bipirsin. Gilêş li rojên diyarkirî li baja û devera Lüneburg tê xalîkirin.

 

Bi awayekî aborî divê çavkanîya av û kareba bikar bînin. Eger bi awayekî aborî av û kareba bikarbînin, derûdor tê parastin û pere jî. Ji ber vê yekê, tê pêşniyar kirin ku gava ku li ode diçin derve, kareba û germahî jî bigirin. Li rojên sar de, germahîya ode megirin. Germahî li ser dereca kêm be, eger ku hun hemî roj li derve dimînin.

 

 

 

Kifik li xanîyên Almaniya de zor hene. Hewayê şil, baguhorîna kêm, hilnekirina germahî li zivistan de, her wisa der û pencereyên vekirî sebeba çêbûna kifikin. Gava ku serê xwe dişon an xwarin çê dikin, derê odeyên dinê nav malê bigrin. Li dawî jî, pencereya hemam an metbexê ji bo çend deqe vekirî be, da ku hewayê ter herê derve. Hemî odeyan divê germahîyê wan bên vekirinê.

Cilên terê xwe li derve îşk bikin. Li serban dikarin cilê terên xwe li hewayên sar an germ daleqînin. Bi vê awayî, çêbûna kifik û bihna nexweş di nav hundir nayê çêbûn. Kifik dikare siyan bide li dîwarê xanî û her wisa jî ji bo selametîyê we jî ne başe. Pir girînge ku 5 heta 6 cara li roj de pencere yên nav malê ji bo 5 deqa vekin ji bo baguhorînê. Bi vê awayî nav mal nayê terbûn mîna ewe ku hemî roj pencera vekirî be.