Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Bijartina Dûktoran

Li Almaniya wisyae ku li dema nesaxiyê, cara yêkê ji alîyê dûktora malbatê re tên vekolîn kirin. Piştre dûktora malbatê biryar dide ku heke hun dûktora pispor pêwîste an destûr dide biçin nexweşxane. Tê pêşniyarkirin ku dûktorek mina dûktora malbata xwe hilbijêrin ku li nêziya mala we be.

 

Eger hun nexweşiya rewanî jî heye, divê zu şîretvan an dûktorê xwe bidin zanînê. Şîretvan û dûktor ev agehî didin cîhê dinê da ku bi hev re alîkariya we bikin. Ev pir girînge eger hun nîgeranî û tirsên zêde hebe. Eger pêdivî be ku hun dermankirin bixwazin, şîretvan bi Fermanberiya Civakî dikeve têkilîyê û eger hun alîkarî pêwîst be, li psîkîatrî hun tên qeydkirin. Ji bo vê tiştê divê formek bê tijîkirin û demeka hevdîtin ji bê diyarkirin, da ku klînik berî çûna we xwe hazir bike û eger pêdivî be tercimanek jî hazir bike.

 

Heta ku hun li gor yasayên alîkariyên penaberan, alîkarî bistînin, alîkariya sinordar ji bo dermanan heye. Dûktora malbata ev tişt ji bo we şirove dike. Demên diyarkirî ji bo dûktor divê bên ragirtinê, eger ku hun nikarin biçin, divê demê diyarîkirî 24 seet berî bê qedandinê.