Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Baxça Zarokan û Dibistan

Hemî zarokên biçûk navbera 6 û 18 salî li Almaniya divê herin dibistan. Ji emrê 1 heta 6 salî dikarin biçin baxça zarokan an cem dadok.  Ji ber ku baxça zarokan û dadok dirav dixwazin, hun divê bi ofîsê civakî (Sozialamt) re bipeyvin heke ev lêçûnê qebûl dikin. Eger hun mûçe yê xwe hene, hun bixwe lêçûnê qebûl bikin. Biha yê dadok û baxçeya zaroka bi mûçeya we girê dayîye. Dibistan bi awayekî bingehî dirav naxawze.

Eger hun bi zarokên xwe re ku diçin dibistanê an baxça zarokan, hatine devera Lüneburg an jî bajarê Lüneburg, çend roj piştî hatina we divê herin Fermanberiya Selametî an ji dûktora zarokan. Li vir ezmûnek ji bo dibistanê tê bicîhanîn. Her wisa agehî li ser kutanê didin we û hemî kutanên ji bo zarokan dikarin bên bicîhanîn. Karkerên Fermanberiya Rêzkirinê (Ordnungsamt) an jî şîretvanê we hemî demên hevdîtinê bi Fermanberiya Selametî (Gesundheitsamt), bi dûktor re an ji li klînik çî dike. Her wisa ew derê xwe dide ku hun li wan hevdîtinan de ji alîyê kesek bên alîkarî kirin û terciman jî bi we re be.  

 

Şîretvanê we, alîkariya we dide ku zarokên we li dibistan an li baxça zarokan bên qeydkirin. Herwisa ew alîkariya we dide ku tiştên pêwîst ji bo dibistanê mîna (qelem, defter) ji bo zarokan re bê çîkirin. Kertê otobîs didin zarokên we. Ji bo ev jî hun formek li dibistanê tijî dikin ku daxwaziya kertê otobîs ji bo dibistanê dikin. Gerên bi kertê otobîs bêpereye. Pereya tiştên pêdivîyên dibistan ji tê danê eger mûçeya we ne zore. Ji ber vê yekê hinek pere heye ku ji bo standinê daxwazî divê bê pêşkeşkirin. Ji kerema xwe bi şîretvanê xwe re bipeyvin berî ku tiştên dibistanê bistînin.