Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Sefa Telîm

Li Almaniya, pisporên jêhatî pir dixwazin. Destpêkeka baş ji bo pêşerojek pir serkeftin mîna jêhatiyek dikare bi rêya tevlîbûn li sefa telîm be ku ji aliya kompaniyayek hatiye pêşkeşkirin. Sefa telîm pêşkeşkirî ji aliyê kompaniyek li Almaniya û navnetewî gelek pesendkiriye ku tişteka bingehîn ji bo jiyanek serkeftiye. Pir cudeye digel zaningehê, hun tên telîmdan û mûçe jî heye. Eger hun dixwazin li sefa telîm navnivîsandin bikin, dikarin berî her tişt agehîyên hewceyî li ser karûbarên pîşesazî û bazirganî (IHK) û hunera destî li ser înternet. Herwisa navenda agehî ji bo kar (BiZ) li bajarê Hansestadt Lüneburg dikarin bo vê tiştê bikar bînin. Destpêka sefa telîmê her tim li Augustê ye. Piranîya sefa telîman di navbera du heta sê sal û nîv dikşînin.

Gelek şirîke li bajar û devera Lüneburg kesên jêhatî telîm didin bi awayekî ku çend rojên hefte li sefa telîm dibin û rojên dinê hefte di şirîke de kar dikin. Bi vî awayî, ew her tişt li destpêkê de hîn dibin ji bo karên xwe -  hem wekî teoriyê hem jî di bikaranîn de. Telîmeka dudu herwisa rêyekî başe ji ber ku dikarî belgeyeka pisporî ya xwendinê jî bistînî. Kesên jêhatî ku sefa telîm û xwendina zanînge jî standine, bi taybet ji aliyê kardar û kompaniya re tên daxwazkirin, ji ber ku hem teorî û hem tecrobeya karî hene. Li Almaniya 350 karên cor bi cor hene. Li hinek firqeyan de bi lez kesên pispor dixwazin. Ev tişt di herêmên din cudeye.

Şîretkirin ji bo kar li ajansê kar de alîkariya we dide karên baş ku pêşerojek qenc hene li devera xwe peyda bikin. Gelek şirîke telîmê kar didin pêşkeşkirin. Ev îmkanek başe ku hevdu nas bikin û li ser karên hilbijartî bi bikaranîna vî agehiyê zêdetir kom bikin. Mîna biyaniyek hun divê icazenama ji bo sefa telîm û telîmê kar ji Fermanberiya Biyaniyan bistînin.

 

 

 

 

Li ser vê rûpelê dikarinn her tişt li derbara telîme derxînin: http://lklg.eu/ausbildung

Karên borsê û agehî li ser cîhên telîmê

 

Odeya Bazirganî ya Lüneburg
http://lklg.eu/lehrstellenboersehandwerkskammer

 

Odeya Bazirganî û Peşesazî ya Lüneburg

http://lklg.eu/lehrstellenboerseihk

 

Odeya Çandinî ya Niedersachsen

http://lklg.eu/landwirtschaftskammer