Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Telîma derve ya Dibistanê ji bo Zarok û Mezinan

Li Lüneburg gelek sazîyên telîm, çand û xwendinê hene ku pêşniyara bernama cor bi cor ji bo domîna telîm û xwendinê ji bo mezinan re dikin.  Bi taybet, dibistana Volkshochschule (VHS) li Lüneburg gelek bername bi bihayên baş pêşkêş dike – li pêşniyara bernama perwerdehîya karên pisporî heta sefa elfûbêyê û sefa zimanê û herwisa polên afirandin û selametîyê. Avahîya VHS li navenda bajarê Lüneburg de ye. Li hemî bajarên deverê de ofîs hene. Li vê derê jî hun dikarên sefên dilxwaza xwe rakin. Bernameya wan li zivistan û havîn de cudeye.   

Dibistana Volkshochschule Herêma Lüneburg

Haagestraße 4

21335 Lüneburg

Telefon: 04131/ 15660

www.vhs.lueneburg.de

 

Herwisa navenda xwendina malbatê yan protistant jî pêşniyara gelek bernama û sefên xwendinê heye da ku mirovên cor bi cor li doxên cor bi corên jiyanê de bi dostanî, aşîtî, bi hev re jiyan digel zarokan re  xwedî dike û piştgirî dike. Li vê derê bi taybet, dê û bavê cihêl dikarin xwe di jiyana nû ya xwe bi zarokên xwe re hazir bikin. Herwisa gelek bername ji bo zarokan jî heye.

 

Sazîyên Perwerdehî ya Malbatan- Protêstant

Bei der St. Johanniskirche 3

21335 Lüneburg

Telefon: 04131/ 44211

Fax: 04131/ 44214

www.familienbildungsstaette.de

 

li bajar û devera Lüneburg li hinek cîhên bajarê û li civatan de xaniyên hevdîtin û bi hev re runîştin hene. Ev cîhên taybet, cîha hevdîtin û nêrîn guhertinê ya mirovên bajarê ye da ku têkilî û tevlîbûna wan bi hev re xurt bikin û ev têkilî bidomînin.

Herwisa li vir sef û bernama cor bi cor ji alîyê xelkê de tên pêşkêş kirin. Bi hev gehiştina dayîkan, bernama ji bo zarokan û mirovên kal û pêşniyara sefa afirandinê jî. Li vir şîretvan ji bo we hene ji ber ku li xaniyên hevdîtinên de, bajarê Hansestadt Lüneburg, yêkêtîya xêrxwazan, kilîse û yêkêtîyên komên cor bi cor bi hev re dixebitin. Eger li nêzîya xwe, xaniyên hevdîtin an yêkgirtinê dibînin, diakrin li ser rûpela jêrî agehî li ser wan derxînin: www.lueneburg.de/stadtteilhaus.

Li devera Lüneburg agehî û zanyarî li birêveberiya civata xwe an li kilîse ya gundê xwe dikarin bistînin.