Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Navenda Kar/ û Ajansê Kar

Ajansê kar û navenda kar bi hev re girêdayîne û dikarin agehî bidin we û piştgirîya we bikin kar an sefa telîm peyda bikin. Ev agehî li ser kar, daxwaznama kar, cihên ku kar hene û şîretkirina zarokan û her wisa pêdivîyên hewceyî ji bo belgeyên pisporiyên taybet û îmkanên bêtirkirina doxên malî jî didin pêşkêşkirin. Heke hun kîjan îqame hene, ajansê kar an navenda kar ji bo we berpirsyarin. Şîretvanê we dida daxuyandin ku hun divê bi kîjan re têkilî çê bikin û alîkariya we dide ku bi wan re demek ji bo hevdîtinê diyar bikin. Li hinek roj de hevdîtinên taybet hene li Navenda kar  û ajansê kar ku berpirsên ziman û çandê bi wan re dibin. Herwisa şîretvanê we digel we demên hevdîtin çê dika û her wisa tiştên ku ji bo hevdîtin li Navend an Ajansê kar pêdivî dibin  digel we hazir dike û  forman ji tijî dike.

Li ser rûpela Navenda Kar ya Lüneburg agehiyên giring ji bo Koçeran re heye, herwisa demên vekirî jî:
http://lklg.eu/jobcenter

Navenda karê Devera Lüneburg
Volgershall 1
21339 Lüneburg
Telefon: 04131/ 6037-0
www.jobcenter-lueneburg.de

Ji alîiyê Ajansê kar diakrin têkilî bikin bi şîretvanekî penaberan re. Ev berpirsyare ji bo yêkkirinê kar ji bo penaberan.

Ajansê Kar
An den Reeperbahnen 2
21335 Lüneburg
Telefon: 0800/ 4555500 (Hejmara bêpere)
http://lklg.eu/arbeitsagentur

 

Borsê Karê Ajansê Kar

Li vê derê agehî li ser kar li Almaniya bi zimanên cor bi cor tên peyda kirin: http://lklg.eu/jobboerseba