Ansprechpartner & mehr

Artikel Kur

Agirkûjên dilxwaz

Agirkuj li bajarê Hansestadt û devera Lüneburg ji alîkarên dilxwaz pêkhatine ku bi taybet hatin telîmdanê da mirovan rizgar bikin, xeter birevînin û awlehî misoger bikin. Zarok û cihêlan jî ji bo vê berpirsyariya dilxwaz tên qebûl kirin.

Cihêlên agirkujên dilxwaz li Lüneburg li firqyên cor bi corê bajarê û di nav civatên deverê de heta parêzerên deverê, agirkujên deverê didin nimandin. Ji bo kêç û xortên emrî 7 heta 10 salî, agirkujên zarokan heye ku zarokan di leyistinê xwe de dicerebînin çawan agir tê kujandin. Li rastî de ev hemî bi yêketî û bi dostanî bi hev re dixebitin. Agirkujên cihêl, keç û xortên 10 heta 16 salî amanc digrin. Li rexa leyistinê û xweşiyê bi awayekî teknîkî tên telîmdan. Tevlîbûn bêpere ye. Agirkujan bizavên mîna çalakiyên dema betlan, wargeh û êvarên tijî leyistin didin pêşkêş kirin. Zarokên we bi dil tên xêrhatin kirinê û zu hevalên nû xwe re peyda dikin. Herwisa di nav civatên deverê de parêzerên agirkujên deverê Lüneburgê çalakin û kêfxweşin bi hatina endamên nû, mêr, jin, zarok û cihêlên nû ku ew piştgirî bikin.  Ji ber vê yekê, agirkûjan bi dirûşma „têke têkilîyê – em te pêwîste!“ xwe didin nasandin û bi vê dirûşmê tu jî dixwazin! Hun bi dil û can xêrhatine eger ku bi agirkujên civatê xwe bikevin têkilîyê. Li rexa berpirsyariya giringên agirkujan, hun dikarin têkilîyên nû çê bikin.

 

Agirkûjîn Dilxwazê Lüneburg (Stadt)

Xanîya Agirkujan Lüneburg-Mitte

Lise-Meitner-Str. 12

21337 Lüneburg

Telefon: 04131/ 30120

www.feuerwehrlueneburg.de

Agirkujê Deverîya Lüneburg (Landkreis)

Schützenstraße 18

Kirchgellersen

Telefon: 04135/ 809785 an 04131/ 262235

 

www.kreisfeuerwehr-lueneburg.de/kfw/kontakt.php